Artêşa Rûsyayê qebûl kir ku nêzî 6 hezar leşkerên wan mirine

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû diyar kir ji roja ku şerê Ukraynayê dest pê kiriye û heta niha nêzî 6 hezar leşkerên wan mirine. Li gorî pisporan hejmara rastîn zêdetir e.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ji kanala televîzyonê ya Rûssîa-24’ê re axivî û got “Ji roja ku şerê Ukraynayê dest pê kiriye û heta niha 5937 leşkerên me mirine.”

Wezareta Parastinê herî dawîn di dawiya meha Adarê de diyar kiribû 1351 leşkerên wan mirine.

Şoygû derbarê seferberiya qismî jî diyar kir kesên tecrubeya wan a leşkerî heye wê tevlî seferberiyê bibin û ew ji 300 hezar kesan bawer in ku wê werin perwerdekirin.

Li gorî Rûsyayê nêzî 25 milyon kes hene ku potansiyela seferberbûnê bi wan re hene. Li gorî hinek pisporan îlana seferberiyê tê wateya ku Rûsya tengijiye û tê diyarkirin hejmarên ku Şoygû eşkere kiriye jî ne rast in.

Wezîrê Parastinê yê Îngîltereyê Ben Wallace diyar kir daxuyaniya Pûtîn û referandûma dibe ku li Ukraynayê were tê wateya ‘mikurhatina têkçûnê’.