Artêşa Rûsyayê di meha Çileyê de li Ukraynayê 430 km² bi pêş ketiye

Li gorî Enstîtuya Lêkolîna Şer a DYE’yê (ISW), Artêşa Rûsyayê di meha Çileyê de li Ukraynayê 430 km² bi pêş ketiye û gihîşt navenda lojîstîk a Pokrovskê ya ku ciheke stratejîk e.

Artêşa Rûsyayê li Ukraynayê di meha Mijdarê de 725 Km² û di meha Kanûnê de jî 476 km² bi pêş ket û di meha Çileyê de tevgera eniyê tê dîtin.

Di meha Çileyê de ji sedî 80 zêdetir pêş ketiye û ev pêşketin li herêma Donetskê zêde bûye. 

Leşkerên Rusyayê 2 kîlometre nêzîkî bajarokê Pokrovskê bûne û ji aliyên başûr û rojhilat ve ber bi bajarokê ve diçin.  

Artêşa Rûsyayê li eniya bakur biqasî 50 km² ber bi Kupîanskê bi pêşve ketiye û li ser peravê çemê rojava pirek ava kiriye. Tê gotin ku ev herêm demek dirêj e ji bo herdu aliyan xeta eniyê ye.

Tevî ku di demsala zivistanê de tevgera herdu aliyan giran bûye jî li gorî meha Çileyê yên 2023 û 2024’an, Çileya 2025’an zêdetir bûye. Evserdem ji bo Moskovayê rewşeke baş tê dîtin.  

AFP vê nirxandinê dispêre agahdariya ISW’ê ku ji herdu aliyan girtiye û analîzên dîmenên ku fezayê hatine kişandin.