Artêşa Malî gundekî di destê çeteyan de bû, kontrol kir
Hêzên dewletê yên Malî ragihandin ku wan gundekî nifûsa xwe 2 hezar kes e ji destê çeteyan derxistine.
Hêzên dewletê yên Malî ragihandin ku wan gundekî nifûsa xwe 2 hezar kes e ji destê çeteyan derxistine.
Artêşa Malî diyar kir ku gundê Farabûgû ku nêzî 2 hezar kes lê ne, ji destê çeteyan derxistine.
Piştî ku cotkarên ji hindikahiya Bambara ya li vê herêma navîn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, artêş ber bi herêmê ve çûbû.
Artêşê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi piştgiriya hewayî wan operasyon kirine û hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih kirine.