Artêşa Lubnanê li dijî DAIŞ’ê operasyonê dide destpêkirin!

Li gorî pisporên stratejiya leşkerî ya Lubnanê, artêşa Lubnanê li dijî DAIŞ’ê operasyon daye destpêkirin.

Di dawiya hefteyê de li ser taxên Qaa û Ras Baalbeckê bomberdûman hate kirin.

Wê artêşa Lubnanê gelo vê operasyonê tena serê xwe bike yan jî bi Hîzbullahê bike, hê bi fermî nehatiye eşkerekirin.

DYA Hîzbûllahê wekî rêxistineke terorîst dibîne.

Li gorî serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah artêşa Lubnanê piştgiriyê ji DYA’yê bistîne wê ev li artêşa Lubnanê bibe heqaret. Li gorî Nasrallah artêşa Lubnanê dikare vê peywirê bi serkeftî bi cih bîne.

Qada ku DAIŞ’ê dagir kiriye bi qasî 300 û 400 kîlometrekare ye. 155 kîlometrekareyê wê li aliyê Sûriyeyê ye.

Pirseke din jî ev e ku gelo wê operasyon hevkariya artêşa Sûriyeyê bibe yan na. Wezîrê Parastinê yê Lubnanê Yakûp Sarrah diyar kir ku ji ber lihevnekirinên siyasî wê koordînasyon pêk neyê.