Artêşa Etiyopyayê bombe li Tigreyê barand: 43 kes mirin

Di êrişa hewayî ya artêşa Etiyopyayê de ya li herêma Tigreyê, herî kêm 43 kes mirin.

Artêşa Etiyopyayê doh ji hewayê ve êriş bir ser herêma Tigreyê. Di êrişê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şahidekî ji Reutersê re ragihand ku Etiyopyayê ji hewayê ve êriş biriye ser herêma Tigreyê.

Jineke li herêmê jî diyar kir ku hevser û zaroka wê ya 2 salî di êrişa hewayî de birîndar bûye. Li bajarokê Togoga yê herêma Tigreyê roja Sêşemê li nava sûkê teqînek çêbû.

Jinê ragihand ku wê balafir nedîtiye, lê belê dengê balafirê bihîstiye û got, "Dema ku teqîn çêbû her kes reviya. Lê belê piştî demekê em vegeriyan û me birîndar rakir."

Rayedarekî tenduristiyê jî diyar kir ku li gorî aghaiyên ji şahidan û tîmên destwerdana destpêkê ya tipî wergirtine, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê artêşa Etiyopyayê serheng Getnet Adane têkildarî êrişa hewayî ne êriş piştrast kir ne jî derewand. Getnet Adane diyar kir ku êrişên hewayî taktîkeke leşkerî ya hevpar e û hêzên wan êrişî sivîlan nekirine.

3 wezîfedarên tenduristiyê ji Reutersê re gotin, artêşa Etiyopyayê nehiştiye ku ambûlans xwe bigihîne cihê êrişê.

Wezîfedarê tenduristiyê got, "Ji me re gotin ku hûn nikarin biçin Togogayê. Li benda kontrolê nêzî saetekê me danûstandin kir. Nameyek ji ofîsa tenduristiyê nîşanî wan dan. lê belê gotin ku ferman e ew ê nehêlin ku biçin."