Artêşa Îngilîz: Eger li dijî Rûsyayê şer çêbibe, divî sivîl jî seferber bibin

General Sîr Patrîck Sanders ku serkêşê artêşa Îngilîz e, gelê Îngilîz hişyar kir ku eger li dijî Rûsyayê şer çêbibe, wê bang li sivîlan bikin ku tevlî şer bibin.

Sanders got ku artêşa Îngilîz ti carî qasî roja îro biçûk nebûye.

General dixwaze ku hikûmeta Îngilîz bikeve nava liv û tevgerê û mirov xwe di aliyê zihnî de amade bikin.

Sanders ku ne alîgirê leşkeriya bi zorê ye, hişyariya seferberiyê kir.

Sanders hişyarî kir ku eger şer li dijî Rûsyayê çêbibe, wê bang li sivîlan jî bê kirin ku tevlî şer bibin. Sanders sala 2022’yan piştî dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, hişyarî dabû.

Sanders wê demê diyar kiribû ku Îngilistan ji bo astengkirina gefa Rûs divê “ji şer û serketinê re” amade be û gotibû: “Em di sala 1937’an de ne.”

NORWEC JÎ HEMAN HIŞYARÎ KIR

Serkêşê artêşa Norwecê jî hema hişyariyê dide. Li gorî General Eîrîk Krîstofferson ji bo parastinê pêwîstiya welatê wî bi hîn zêdetir pereyan heye û got ku eger şer li dijî Rûsyayê çêbibe divê gel amade be.

NATO AMADEKARIYÊN ŞER DIKE

Hefteya borî Serokê Komîteya Leşkerî ya NATO’yê Rob Baûer hişyarî kiribû. Baûer wiha gotibû: “Divê hemû civak xwe ji bo demeke nû û nayê pêşbînîkirin, amade bike. Ya ku nayê hêvîkirin dibe ku biqewime. Di dema amadekariya şerekî de divê em welatiyên Ewropayê hemûyan ji bo liv û tevgerê amade bikin.”

Tifaqa Atlantîk NATO ji dema Şerê Sar û vir ve wê tedbîqeta xwe ya leşkerî ya herî mezin pêk bîne. Ji 31’ê Çileyê heta 31’ê Gulanê wê 90 hezar leşkerên NATO’yê beşdarî tedbîqatê bibe.