Îro salvegera suîqasta ku di 6'ê Gulana 1996'an de li Sûriyeyê li Şamê li dijî Rêber Apo pêk hat. Welatparêzê bi navê Sebrî Mehmûd ji ANF'ê re axivî der barê hûrgiliyên suîqastê de agahî dan. Mehmûd, diyar kir ku ev êrîşa li dijî Rêber Apo di çarçoveya planeke berfireh a bi hevkariya îstîxbarata herêmê pêk hatiye.
Sebrî Mehmûd ê ku firsenda dîtina Rêber Apo bi dest xistibû diyar kir ku Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê li ber xwe dide û got ku ev berxwedanî dibe sedem ku desthilatdarî jê bitirse. Sebrî Mehmûd got, Îro 6`ê Gulanê ye, Mîna vê rojê di sala 1996`an de ji aliyê mît û îstîxbarata dewleta Tirk û Rêjîma Baasê xwestin bi wê yekê pêşî li fikrê azad bigrin. Ji ber wê li bajarê Şamê li nêzî cihê ku Rêber Apo lê dima, erebeyeke teqemeniyê ku zêdeyî 6 ton bombe têde bû, hat teqandin."
Mehmûd, anî ziman ku dewletên desthilatdar ê ku li ser xwîna gelan hebûna xwe avakirine, tenê di mejiyê wan de, yek al, yek ziman û yek netewe heye û wiha domand, “Ji ber wê pergala paradîgmaya demokratîk li hember xwe dibînin. Rêber Apo ji bo her kesê aştiyê dixwaze têdikoşe. Rêber Apo bang dike dibêje ‘Em hemû gelên bindest divê bi azadî bijîn.’ Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker xwest Rêber Apo li pêşiya xwe rake, da ku temenê xwe yê desthilatdariyê jî dirêj bike. Lê dîsa jî nikarîbû, ji ber ku Rêber Apo xwediyê wê fikrê ye ku dikare li hemberî hemû cure desthilatdarî bisekine."
Sebrî Mehmûd, ragihand ku dewleta Tirk û mîtên wê bi her cure û şêwaz êrîş kirin lê careke din têk çûn û wiha got, “Dewleta Tikr ewqasî ji fikrê Rêber Apo ditirsiya ku gefên êrîşê li ser Sûriyeyê dixwarin. Ji ber wê Rêber Apo derdikeve derveyî welêt. Ji xwe piştî wê pêvajoya komployê dikeve dewrê. Bi rêya wê komployê xwestin Rêber Apo tune bikin. Lê dîsa jî Rêber Apo ew komplo vala derxist. Dewleta Tirk li hemberî fikrên Rêber Apo bi bin dikeve."
Mehmûd, anî ziman ku Rêber Apo bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re diyar kir ku ew tenê aştiyê dixwaze û wiha axivî, “Lê heta niha dewleta Tirk pêngav neavêtiye.”
Mehmûd di dawiyê de, da xuyakirin ku bi hezaran bi mîlyonan mirov îro xwedî li banga Rêber Apo derdikeve û wiha got, “Em bi hezaran li ser xeta Rêberê xwe ne û em ê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin û vê rojê şermezar dikin. Divê bê zanîn wê ti hêz nekaribe navbera Rêbertî û gel de qutbûnê çêbike.”