AP: Trûmp xwest destwerdana leşkerî li Venezûelayê bê kirin

Hate îdîakirin ku Serokê DYA Donald Trûmp ji bo dawî li bûyerên li Venezûelayê bîne xwestiye ku destwerdana leşkerî lê bê kirin.

Li gorî îdîaya ajansa Assocîated Pressê (AP), rayedarekî payebilind ê DYA'yî diyar kir ku Trûmp di Tebaxa par de pêşniyar kiriye ku destwerdana leşkerî li Venezûelaye were kirin. Di nûçeyê de hate ragihandin, Trûmp li Oval Ofîsê di civînekê de pêşniyara li ser destwerdana leşkerî ya DYA xistiye rojevê û rayedarên payebilind ên tevlî civînê bûne ev pêşniyar qebûl nekirine.

TÎLLERSON Û YÊN DIN LI BER RABÛN

Di dewama nûçeyê de hate gotin ku şêwirmendên Trûmp jê re gotine ku destwerdana leşkerî ya li Venezûelayê dibe ku 'ne serketî be' û Serokê DYA jî hin destwerdanên leşkerî yên 'serketî' yên beriya niha weke mînak nîşan daye. Hin ji kesên ku li ser destwerdana leşkerî hişyarî dan Trûmp, Wezîrê Karên Derve yê berê Rex Tîllerson û şêwirmendê parastinê Herbert Raymond Mc Master bûn ku her du jî ne li ser wezîfeya xwe ne.

Li gorî nûçeyê, Trûmp alternatîfa li ser destwerdana leşkerî piştre jî di hin civînan de dubare kir, lê roja 11'ê Tebaxa 2017'an bi rengekî vekirî anî ziman. Hate îdîakirin ku Trûmp li ser destwerdana leşkerî ya li Venezûelayê bi Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos re axiviye û bi wesîleya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha Îlonê ji hin lîderên Latîn Amerîkayê re eşkere kiriye. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku ti ji lîderên Latîn Amerîkayê bersiveke erênî nedane vê daxwaza destwerdana leşkerî.

QESRA SPÎ ŞÎROVE NEKIR

Li ser nûçeya AP'ê heta niha ji Qesra Spî ti şîrove nehatiye kirin.

Lê belê tê gotin ku berdevkekî Ewlekariya Neteweyî ragihandiye ku ji bo aramî li Venezûelayê vegere wê 'hemû derfet bên bikaranîn'.

Piştî ku Hûgo Chavez sala 2013'an mir, Nîcolas Madûro weke Serokkomar hate hilbijartin. Mûxalefeta rastgir ji sala 2015'an û vir ve Madûro weke berpirsyarê krıza aboriyê dibîne û zexta îstifayê lê dike. Madûro îstifa, ya jî hilbijartina pêşwext red kir. Di xwepêşandanên dijî Madûro de zêdeyî sed kes mirin. Madûro di Tîrmeha par de li şûna Meclîsa Neteweyî ku serweriya wê di destê mûxalefetê de ye, meclîseke damezrîner îlan kiribû.