Ann Lînde: Dewleta Tirk ji ber sûcên li Sûriyê bila were darizand
Wezîra Karê Derve ya Swêd Ann Lînde xwest ku lêkolîna sûcên dewleta Tirk ên dema dagirkirina Bakurê Sûriyê û Rojava were kirin û deweta Tirk were darizandin.
Wezîra Karê Derve ya Swêd Ann Lînde xwest ku lêkolîna sûcên dewleta Tirk ên dema dagirkirina Bakurê Sûriyê û Rojava were kirin û deweta Tirk were darizandin.
Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh sûcên dewleta Tirk ên dema dagirkirina Bakurê Sûriyê û Rojava û zextên li ser HDP'ê anî rojeva parlamentoyê.
Di pirsnameyê de ya bi navê ''şerê êrîşê yê Tirkiyê yê li ser Rojava'' sûcên miroviyê û sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi berfirehî hate gotebêjkirin.
Kakabaveh ji Wezareta Karê Derve xwest, ji bo ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê werin rawestaind çavdêran bişînin Sûriyê û ji bo ku herêm li balafiran were qedexekirin bi asta Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hewl bide.
Kakabaveh her wiha di pirsnameyê de ya bi navê ''Li Tirkiyê girtiyên siyasî'' girtina siyasetmedarên Kurd û dagirkirina şaredariyên Kurd anî rojevê.
Wezîra Karê Derve Lînde got êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê wê dixe nav fikar û mitaleyan û got, ''Ev li dijî rêziknameya Neteweyên Yekbûyî ye ku tundiyê qedexe dike û her wiha li dijî hiqûqa navnetewî ye jî. Êrîş bi kêrî DAÎŞ'ê hatin, pêvaoya siyasî tevlîh ev kir û encamên giran ê mirovî çêbûn. Divê komên Kurd û mafên kêmaran ên Asûr-Sûryan, Êzîdiyan were parastin. Em ê bi rengekî xurt daxwaza vekişîna Tirkiyê bidomînin.''
Lînde bi bîr xist Swêdê ambargoya çekan û ambargoyên din ên li ser Tirkiyê aniye rojeva Yekîtiya Ewropayê û diyar kir, ''Swêd wê bi domdarî bibe dengekî aktîv û beloq.''
Lînde her wiha bi bîr xist ji ber ku li Konseya Ewlehiyê Rûsya li dij derketiye Neteweyên Yekbûyî nekarîbûye ku hêzeke çavdêr bişîne û diyar kir pêkan e ku herêm li balafiran were qedexekirin lê pêkanîna vê û astengkirina êrîşÊn Tirkiyê wê zehmet be.
Lînde bi berdewamî got li gel astengiyan jî ew ê kêferata xwe bikin û got, ''Swêd kê kiribe bila kiribe dixwaze berpirsên hemû sûcên li Sûriyê werin diyarkirin. Her wiha divê sûcên ku Tirkiyê dema dagirkirinê pêk anîne jî werin lêkolîn û darizandin.''
Lînde her wiha got rewşa rêveberên HDP'ê fikaran bi wan re çêdike û got, ''Divê destûr were dayin ku nûnerên gel ên hilbijartî bikaribin kar û barê xwe bikin. Li Stockholm û Enqerê me ev ji rayedarên Tirk re got. Swêd, binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê tîne rojeva saziyên navnetewî yên mîna Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Hekvariya Ewlehiyê ya Ewropayê.''
Lînde her wiha got ew zexta li ser muxalefet, rêveberên HDP'ê, nûçegihan, akademîsyen û rêxistinên civaka sivîl tim tînin rojeva Yekîtiya Ewroapyê û dîplomarên Swêdî tevlî danişînên muxalîfên gritî û parlamenterên girtî dibin.