ANL: Cebilxaneya girêdayî dewleta Tirk hate hedefkirin

ANL a encama operasyona hewayî ya li bajarên Trablûs û Tacûra ya li dijî komên dewleta Tirk destekê dide wan de ragihand, diyar kir ku li dijî depoyên cebilxane yên nû ya girêdayî dewleta Tirk operasyonên hewayî kirine.

Serokê Odeya Rêberiya Exlaqî ya Artêşa Netewî ya Lîbyayê (ANL) Halid El Mahcûp ragihand ku artêşê li paytext Trablûs û herêma Tacûra  li dijî depoyên cebilxaneyê yên nû yên Tirkiyeyê êrîşek esmanî pêk naiye.

Hahcûp anî ziman ku di êrîşa li ser baregeha Leşkerî ya Rahba Dirû de ku serçeteyê bi navê Beşîr Bekera ku destekê dide çeteyên DAÎŞ’ê, derbên giran lê dane, her wiha Waliyê Rebî yê Trablûsê Feyîz El Sarrac jî diyar kir ku 3 fermandarên girêdayî hikûmetê hatine kuştin.

Mahcûp diyar kir ku li herêma Eyn Zara jî konvoyeke ya çeteyan hatiye rûxandin.