Anket: Li gorî gelek Fransayî, Elman û Îngilizan Trump 'dîktator' e
Li gorî anketekê ku ji aliyê saziya fikrî Common Destiny ve hate kirin, zêdeyî nîvê Fransiyan, Elman (%59) û Îngilistan (%56) Donald Trump weke 'dîktatorekî' pênase dikin.
Li gorî anketekê ku ji aliyê saziya fikrî Common Destiny ve hate kirin, zêdeyî nîvê Fransiyan, Elman (%59) û Îngilistan (%56) Donald Trump weke 'dîktatorekî' pênase dikin.
Anketa ku roja Şemiyê hate weşandin, di demeke welê de hate kirin ku Serokê DYE'yê Donald Trump têkildarî şerê li Ûkraynayê xwe nêzî Rûsyayê kiriye û rexneyên tund li Serokdewletê Ûkraynayê kir.
Washingtonê di nava hefteyê de alîkariya leşkerî û îstîxbaratî ya ji Kievê re rawestand. Ewropî jî ji bo vê kêmbûna alîkariya Emerîkî dagirin û 'parastina parzemînê ya cihê baweriyê' ava bikin, dikevin nava liv û tevgerê.
Li gorî anketê, zêdeyî nîvê Fransiyan, ji sedî 59 ê Elmanan û ji sedî 56 ê Îngilistan Donald Trump weke 'dîktator'ekî pênase dikin. Li Polonyayê di anketê de ji sedî 47 ê beşdaran bi heman rengî difikirin.