Amsterdam wê ji hêla şaredareke jin ve were rêvebirin

Paytexta Hollanda Amsterdam, di dîroka xwe de cara pêşî wê ji hêla şaredareke jin ve were rêvebirin.

Paytexta Hollanda Amsterdam di dîroka xwe de carar pêşî wê ji hêla şaredarekê ve were rêvebirin. Lîdera berê ya Partiya Çepgir a Kesk (GL) Femke Helsema, bû şaredara Amsterdamê. Femke çend rojên pêş wê ji hêla Kral Wîllem Alexander ve bi fermî were peywirdarkirin û Femke 6 salan wê li ser kursiyê şaredariyê bimîne.

Amsterdam di navbeyna 1946-2017’an de ji hêla şaredarên Partiya Karker (PvdA) yên bi meyda demokratên sosyal ve hate rêvebirin. Piştî ku şaredarê ji Partiya Karker Eberhad van der Laan ji ber peçeşêrê par mir, ji bo demekê siyasetmedarê rasgtir ê liberal, ku berê Şaredariya Laheyê kribû, Jozias van Aartsen hate peywirdarkirin. Lê deme şaredarê rastgir zêde dom nekir.

Li ser vê Meclîsa Şaredariyê ya Amsterdame Nîsanê ji bo şaredariyê serî lê da. Di banga Meclîsê de hate gotin divê şaredarê nû, ’wêrek, biryardar û dilbirehm’ be. Ji bo şaredartiyê destpêkê serlêdan pir kêm bûn. Di tûra duyan de 16 jê jin 69 jê mêr bi tevahî 85 serlêdan çêbûn.

Lîjneya Şêwirmenda Veşartî ya ku li serlêdana nerî, lîdera berê ya Partiya Çepgira Kkesk Femke ji bo Şaredariya Amsterdemê rast dît.

Desteyê bi sedema ku bajêr û problemên bajêr ji nêz ve nas dike û beşên cuda yên civakê dikare bigihîne hev, tercîha xwe li ser siyasetmedara jin danî.

Li Hollanda meclîsên şaredariyê yên bi rewşa hikûmeta xwecih e, ji hêla gel ve têne rêvebirin. Şaredar bi pêşniyara meclîsê ji hêla Kral ve têne peywirdarkirin.

Femke Helsema kî ye?

Femke Helsema ku li Amsterdamê şaredariya pêşî ya jin e, 1966’an jidayik bûye. Siyasetmedara jin ji malbateke demokrat tê û li Zanîngeha Utrechtê perwerdehiya zanistên sosyal xwendiye. Femke 1993’yan ji Partiya Karker tevlî nav siyasetê bû, ji ber helwesta li bara protestoyên Civîna Ewropayê ya 1997’an a polîsên Amsterdamê ya ji partiya xwe îstîfa kir. Femke 2002-2010’an lîdertiya partiyê kir, Çile ya 2011’an ragihand ku ew ji siyasetê vediqete.