Alozî  zêde dibe: Polonya fuzeyên Patrîot dikire

Di van rojan de têkiliya Rûsyayê bi welatên li rojava re ne zêde baş e. Polonya ya ku endamê NATO û YE’yê ye pergala parastina hewayî ya Amerîkan a bi navê Patrîot kirî.

Hate ragihandin ku Polonya bi kirîna pergala Patrîotê re dixwaze pergalan xwe ya parastina hewayî xurt bike. Polonya ev pergal bi 4.75 milyar dolaran kirî.

Tê payîn ku bataryayên gerok ên vê pergalê di sala 2022’an de were teslîmkirin. Patrîot dikare fuzeyên balîstîk, balefir, wesayîtên ezmanî yên bêmirov îmha bike.

Di vê serdemê de ya ku têkiliya Rûsya û welatên rojava ne zêde baş e, kirîna pergala fuzeyên Patrîot bal kişand. Jixwe DYA û gelek welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî koordîne 150 dîplomatên Rûsyayê dersînor kiribûn.

Rûsyayê berê jî nerazîbûn nîşanî vî tiştî dabû ku Polonya û Romanya Patrîotan bikire.

Di Mijdara sala borî de Romanyayê jî rêya kirîna Patrîotan vekiribû. Romanya nêzî 4 milyar dolar ew ê bide vê pergalê.