Allawî ji bo dengê 'pêbaweriyê' bang li parlamentê kir

Mûhammed Allawî ku li Iraqê ji bo avakirina hikumetê hatiye wezîfedarkirin, ji parlamentê xwest ku roja Duşemê dengê pêbaweriyê bide wezîrên wî.

Allawî di televîzyona dewletê de daxuyaniyeke kurt da û îdîa kir ku piştî bi dehan salan yekemcar ew pêşniyara hikumeteke serbixwe dikin ku namzetê ti partiyekê tê de nîne.

Allawî ji bo hikumet dest bi wezîfeya xwe bike bang li parlamentê kir ku di 24'ê Sibatê roja Duşemê de bi rengekî awarte li hev kom bibe û dengê pêbaweriyê bide wan. Parlament niha di betlaneyê de ye.

Allawî di 1'ê Sibatê de ji aliyê Serokkomar Berham Salih ve ji bo avakirina hikumetê hatibû wezîfedarkirin. Salih ultîmatom dabû partiyan ku li ser namzetekî li hev bikin, naxwe ew ê bi xwe namzetekî diyar bike.

LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN DIVÊ HETA 2'Ê ADARÊ DIVÊ DEST BI WEZÎFEYÊ BIKE

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê serokwezîrê nû herî dereng heta 2'ê Adarê divê dest bi wezîfeyê bike.

Tevgera protestoyê serokwezaretiya Allawî red dike. Allawî beriya niha di nava sîstema heyî de du caran wezîrtî kir, ku ev yek bingeha nerazîbûnê ye. Çalakger dixwazin ku sîstem ji binî ve bê guhertin û çîna siyasî bi temamî bê nûkirin.

Li Iraqê çalakiyên şermezarkirinê ji 1'ê Cotmehê ve dewam dikin. Heta niha derdora 550 kesî jiyana xwe ji dest dan, 30 hezar kes jî birîndar bûn.

Hikumeta ku ava bibe di çarçoveya qanûna nû ya hilbijartinê de divê welêt heta hilbijartina giştî bi rê ve bibe. Qanûna hilbijartinê ji aliyê parlamentê ve hate qebûlkirin, lê belê divê Serokkomar jî bipejirîne.