Alîkarê Serokkomarê Îranê bal kişand ser 'diyalog'ê

Alîkarê sereke yê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî der barê ambargoyê de diyar kir ku yekane rêya çareseriyê diyalog e.

Rêveberên payebilind ên Îranê mikur tên ku ambargoya DYE'yê, Îngilistan û gelek welatên rojavayî bûye sedem ku firotina petrolê kêm bibe û bandorê li Îranê dike.

Alîkarê sereke yê Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Îshak Cîhangîrî li bajarê Meşhedê axivî û diyar kir, yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan nêzîkatiya bi aqilane û hevdîtine. Îshan Cîhangîrî anî ziman, ku bi zordarî tiştek bi dest nakeve.

Cîhangîrî diyar kir ku Ewropayê û welatên rojavayî hêz û serweriya Îranê ya li hin qadan dîtine û hewl didin ku bi rê û rêbazekê pirsgirêkên bi Îranê re çareser bikin.

Îshak Cîhangîrî ragihand ku di ser vekişîna DYE'yê ji peymana nukleerî re salek derbas bûye û got, "Ji wan hebû ku pirsgirêkên aboriyê wê li Îranê bibe sedema tevlîheviyê. Lê belê şert û mercên heyî zehmet jî bin rewşa aboriyê ji sala derbasbûyî baştire."

Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku firotina petrolê bûye karekî zehmet, ji ber vê yekê jî rayedar li pey peydakirina çavkaniyên nû yên hatineyê ne.