Aboriyên Fransa û Elmanyayê kêm dibin

Li Fransayê, ji ber şewba Covîd-19 aborî bi giranî rawestiya ye. Dahata navxwe ya ne safî (DNNS) bi rêjeya 6 ji sedî kêm bû. Li Elmanyayê jî tê payin ku di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 10 ji sedî kêm bibe.

Performansa çaryeka destpêkê ya salê ya aboriya Fransayê, ji sala 1945'an û vir ve qet bi vî rengî nebaş nebû bû.

DNNS ji xwe di çaryeka çaremîn de bi rêjeya 0.1 ji sedî biçûk bûbû û Fransa ji aliyê teknîkî ve ketibû resesyonê.

Li gorî Bankaya Fransayê, di çaryeka destpêkê ya îsal de dahata navxwe ya ne safî bi rêjeya 6 ji sedî kêm bû.

Derba herî giran jî li sektorên înşaet, bazirganiyê, ragihandin, stargeh û restorantan ket.

Aboriya Elmanyayê jî tê payin ku di çaryeka duyemîn a salê de ji ber pandemiya vîrûsa koronayê bi rêjeya 9.8 ji sedî biçûk bibe. Di dîroka nêz de ti carî welê lê nehatibû.

Li gorî texmînên enstîtuyên aboriyê yên bingehîn DIW, IfO, IfW, IWH û RWI li benda resesiyonek 4.2 ji sedî yê tevahiya salê be.