Abbas: Em amade ne ku bi Netanyahû re bicivin
Serok Dewletê yê Filîstinê Mahmûd Abbas ragihand ku em amade ne bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû re hevdîtinê bikin.
Serok Dewletê yê Filîstinê Mahmûd Abbas ragihand ku em amade ne bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû re hevdîtinê bikin.
Abbas piştî serdana Serokkomarê Elman Frank-Walter ya ji bo Ramallahê daxuyanî da û ragihand ku em dikarin bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re bicivin.
Abbas diyar kir ku ev hevdîtin wê di dema serdana Serokê DYA'ê Donald Trump ya ji bo Rojhilata Navîn de pêk were û di vê çarçoveyê de dibin 'sîwana DYA' yê de wê hevdîtinek were kirin.
Abbas diyar kir ku heta niha ji aliyê Qesra Spî ve daxuyaniyek ku fermî ya ji bo serdana Rojhilata Navîn nehatiye dayîn û di vê çarçoveyê de di 23'ê Gulanê de li Bethlehem de wê ji bo aştiyê hevdîtin were kirin.
Mahmûd Abbas hefteya borî li Qesra Spî hevdîtinek bi Donald Trûmp kiribû û Trûmp diyar kiribû ku ji bo aştiya di navbera Îsraîl û Filîstînê de ew ‘amade’ ye. Trûmp meha borî hevdîtinek bi Benyamîn Netanyahû jî kiribû.