ÛNICEF: Li ser 300 mîlyon zarokan şîddeta sîstematîk heye

Di rapora ÛNICEF’ê ya bi navê ‘Di Jiyana Zarok û Balikbûnê de Şidedet' bal tê kişandin li ser 300 mîlyon zarokên temenê wan di navbera 2-4 salî de ku di cîhanê de bi awayekî sîstematîk rastî şîddetê tê.

Li gorî rapora ÛNICEF a bi navê ‘Di Jiyana Zarok û Balikbûnê de Şîddet’ hatî weşandin de, bal tê kişandin li ser  şîddeta li ser zarokên (300 mîlyon) ku temenê wan di navbera 2-4 salî de.

Di raporê de cihê ku şîddet zêde lê heyî mal dide nîşandan, sedemê şîddetê jî dîsîplînkirina zarokan hatiye nîşandan. Her wiha hate diyarkirin ku 60 ji sedî zarokên ku ji aliyê xizmên wan ve tê temaşekirin, bi şîddetê têne cezakirin.

Di raporê de beşekî din a girîng jî ew e ku şîddeta di navbera zarokên yên zengîn û feqîr de ku rêjeya wan wekhev e. 9 mîlyon zarokên keç yên temenê wan di navbera 15-19 de, di nava salekê de rastî şîddeta zayendî hatine.

Di sala 2015’an de 119 zarokên di bin temenê 20 salî de ji ber şîddeta ku li ser wan hatiye kirin, jiyana xwe ji dest daye.