ÛNICEF: Ji sê paran pareke zarokan ji perwerdehiyê mehrûm in

Fona Zarokan a Yekîtiya Neteweyî (ÛNICEF) diyar kir ku li temamî dinyayê şewba Covîd-19’ê bandor li nêzî 1,5 milyar zarokan kiriye û ji sê paran pareke zarokan ji perwedehiyê mehrûm in.

Midûra ÛNICEF’ê Henrîetta Fore got, “Bi mehan perwerdehiya zarokan sekinî û ev mesele diyar dike ku bi lezgînî perwerdehiyeke global hewce ye. Bandora vî tiştî wê di deh salên pêşiya me de were hîskirin.”

Li gorî rapora ÛNICEF’ê Covîd-19 û girtina dibistanan bandor li nêzî 1,5 milyar zarokan kiriye. ÛNICEF’ê diyar kir ku hemû zarok nikarin perwerdehiya ji dûr ve bi dest bixînin û ev cihêkarî li gorî parzemînan zêdetir e. ÛNICEF’ê diyar kir ku herî kêm 463 milyon zarok ji perwerdehiyê mehrûm in.

Zarokên ku ji perwerdehiya dîjîtal mehrûm in 67 milyonê wan li Efrîkaya Rojhilat û Başûr in, 54 milyonê wê li Efrîkaya Rojava û Navîn in, 80 milyonê wan li Pasîfîk û Asyaya Rojhilat in, 37 milyonê wan li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur in.

Gelek welat xwe ji serdema perwerdehiyê ya nû re amade dikin û ÛNICEF’ê bang li hikumetan kir ku bila beriya her tiştî vekirina dibistanan bi tevdîr were kirin. Di raporê de hate gotin dema ku vekirina dibistanan ne mumkin bû rayedar divê ji bo perwerdehiyê bernameyên taybet amade bikin.