Şêwirmendê Xamineyî Velayetî bi vîrûsê ketiye

Şêwirmendê siyasî yê navneteweyî yê lîderê olî yê Îranê Elî Xamineyî, Elî Ekber Velayetî testa vîrûsa Covît-19 kiriye.

Çavkaniyên mûxalîfa Îranê yek ji kesên siyasetmedarên Îranê Elî Ekber Velayetî bi vîrûsa Koronayê ketiye.

Hate ragihandin ku Velayetî xistine karantînayê û peywendiyên wî bi gelek kesan re jî pêk hatiye.

Di hefteyên dawî de li Îranê gelek siyasetmedar û endamên hikûmetê bi vîrûsê ketine. Li gorî daneyên fermî li Îranê 10 hezar û 75 kes bi vîrûsê ketine, 429 kes jî mirine.

Lê li gorî çavkaniyên mûxalîf, vîrûs belavî 149 bajaran bûye û hejmara miriyan jî 3 hezar û 300 kes in. Tê îdîakirin ku tenê li bajarê Kum 520, li Tehran 500 kes mirine.