Şewata li Amazonan gelekî zêde bûye

Li daristanên Amazonê yên Brezîlyayê par zêdeyî 2 hezar carî şewat pê ketibû. Îsal jî meha Hezîranê bû ew meh ku di nava 13 salên dawî de herî zêde şewat bi daristanê ketiye.

Li gorî daneyên ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Neteweyî (INPE) meha Hezîranê li Amazonan 2 hezar û 248 şewata li daristanan hate tespîtkirin. Li gorî van daneyan ji aliyê şewatê ve bi rêjeya 19.5 ji sedî ji meha Hezîranê ya sala 2019'an zêdetir bûye.

Li daristanên Amazonê ku du ji sê parên xwe li xaka Brezîlyayê ye, bi germahiyê re şewat zêde dibe. Herî dawî di Hezîrana 2007'an de li 3 hezar û 519 deveran şewat hatibû tespîtkirin.

Fikar hene ku meha Tebaxê li Amazonan şewat giran bibe. Herî dawî di Tebaxa 2019'an de li Amazonan zêdeyî 30 hezar carî şewat derketibû û bi sed hezaran hektar qada daristanî tune bûbû.

Di 5 mehên destpêkê yên îsal de li Amazonan li qadeke ji 2 hezar kîlometreçargoşeyî daristan şewitî.

Fikar hene ku şewata darizandinan û birîna daran a li Brezîlyayê ji ber polîtîkayên Serokdewletê rastgirê tund Jaîr Bolsonaro zêde dibe. Bolsonaro tim û tim bang dike ku li daristanên parastî karê çandinî û madenkariyê bê kirin û ji bo vê qanûn bên amadekirin.