Şerê Helebê û paşeroja Sûriyeyê

Ya ku wê yekîtiya Sûriyeyê dabîn bike û rêveberiya demokratîk a xwe dispêre jiyana azad pêk bîne Konfederasyona Sûriyeya Demokratîk e. Li gel talûkeyan ji bo hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn, derfeteke bi vî rengî pêk hat.

Dawiyê ya dihat gotin û hêvîkirin pêk hat; şerê Sûriyeyê yê nû, 20 rojan piştî hilbijartinên DYE’yê weke ‘şerê Helebê’ destpê kir. Hêzên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (OSO), weke meşa DAÎŞ’ê ya ber bi  Mûsilê ve ya di Hezîrana 2014’an de ji Idlibê ber bi Helebê ve meşiyan û di nava sê rojan de piraniya bajêr bi dest xistin. Li gorî çapemeniyê; hêzên rejîma Esad û hêzên Îran û Rûsyayê bêyî ku li ber xwe bidin, ji herêmê vekişiyane. Di kêliya nivîsandina van hevokan de jî hate ragihandin ku komeke çeteyan hewl didin ku bikevin Hemayê û li gelek eniyan di navbera çeteyan û QSD’ê de şerekî dijwar didomin. Tê fêmkirin ku şerê heyî Şamê hedef digire û wê belav bibe li seranserê Sûriyeyê.

Weke tê zanîn; HTŞ, weke bi navguherandina El Nûsraya şaxeke El Kaîdeya Sûriyeyê û komkirina hin komên din pêk tê. Ji aliyê Brîtanya û Erebistana Siûdî ve bi awayekî çalak tê destekkirin û tê ragihandin ku bi DYE û Îsraîlê re jî têkiliya wê heye. Her wiha tê gotin ku bi awayekî têkiliya wê bi rêveberiya AKP-MHP’ê re jî heye. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê jî ji komên aligirên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê pêk tê. Ji aliyê her kesî ve jî tê zanîn ku Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya AKP-MHP’ê ve hatiye organîzekirin û birêvebirin.

Ev çend sal in di kûlîsên siyasetê de dihat gotin ku wê li hemberî Sûriyeyê êrîşeke wiha pêk were. Helbet bi awayekî eşkere nedihat bilêvkirin ku êrîşeke bi vî rengî wê ji aliyê kê ve were kirin, lê belê diyar bû ku wê ji aliyê HTŞ’ê ve were kirin. Dihat îfadekirin ku HTŞ xwedî wê hêzê ye ku erîşeke bi vî rengî pêk bîne. A niha HTŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi hev re êrîş dikin û ev yek jî nîşan dide di navbera van hêzan de lihevkirinek û planên hevpar hene.  Her hal ev plana hevpar dema seredana Sekreterê Gîştî yê NATO’yê ya ji bo Tirkiyeyê û di hevdîtina li gel Erdogan de hate sazkirin.

HTŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di navbera xwe de lihevkirineke çawa kirin? Helbet ne pêkan e ku em a niha bersiva vê yekê bidin. Gelê wê hemû gavan wiha bi hev re tevbigerin, yan na wê di paşerojê de di navbera wan de şerekî serweriyê derkeve? Helbet en vê yekê jî a niha nizanin. Dema em li êrîşên ku heya niha hatine kirin, dinêrin, em dibînin ku di despêkê tê xwestin ku dawî li hebûna Îranê ya li Sûriyeyê were û hebûna Rûsyayê jî were kêmkirin.  Her wiha bi awayekî zelal nayê zanîn ku wê bi çi rêveberiya Esad jî were. Di daxuyaniya DYE’yê de hate ragihandin ku ‘’Helwesta rêveberiya Esad rê li ber vê rewşê vekiriye’ û ev yek jî nîşan dide ku ji hevdîtinên di navbera rêveberiya Esad û DYE’yê de encamek nehate standin û diyar e ku rêveberiya Esad daxwazên DYE’yê qebûl nekirine.

Her wiha balkêş e ku êrîşên berbehs ên li ser Helebê piştî agirbesta du mehî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de pêk hatine. Diyar e li gel şerê di mehên bihurî de Lubnan wê ji nû ne were vesazkirin lê belê ev kar bi Lubnanê re sînordar nîne. Li gel Lubnanê divê Sûriye jî ji bo vesazkirina ji nû ve were amadekirin. Tê nirxandin ku şerê li Helebê destpêkirî, şerê amadekariyên vê yekê ne. Her çend rêveberiya DYE’yê berovajî vê yekê biaxive jî bi awayekî eşkere dixuye ku şerê Helebê karê hêzên di pêşengtiya DYE’yê de ye.

Diyar e ku êdî rêveberiya Esad tê derbaskirin û li Sûriyeyê pêvajoya vesazkirina ji nû ve dest pê kiriye. Baş e ev jinûavakirin wê çawa pêk were? Helbet em nikarin a niha tiştekî zelal bilêv bikin. Wê encama şerê berbehs vê yekê eşkere bike. Her çend hêzên Îran, Rûsya û Şamê heya niha li ber xwe nedabin jî û ji ber vê yekê çete bi awayekî hêsan pêş ketibin jî nayê wê wateyê ku wê rewş bi wî rengî bidome û şer zû bi dawî bibe. Li Sûriyeyê avaniyên etnîkî û hêzên birêxistinkirî gelek in;  ji ber wê yekê şerê berbehs ê navxweyî bi ihtîmaleke mezin wê heya demekê berdewam bike.

Rêveberiya DYE’yê Efxanistana ku bi salan lê şer kir, dawiyê ji Talîbanê re hişt û jê vekişiya.  Diyar e ku wê Sûriyeyê jî ji HTŞ’ya şaxê El Qaîdeyê re bihêle. Ihtîmaleke mezin HTŞ û hêzên li pişt wê, wê Sûriyeyê veguherînin federasyonekê yan jî federasyoneke ku ji çend herêman pêk tê. Ger ev yek pêk neyê jî wê demê diyar e ku wê perçe bikin. Wê her tişt di çarçoveya ewlekarî û serweriya Îsraîlê û li gorî vesazkirina Rojhilata Navîn ya nû ya xwe dispêre parastina rêya nû ya enerjiyê de were birêvebirin. Wê di bin rêveberiya hêzên Sunî de hewl bidin ku vê yekê pêk bînin. A rastî wisa dixuya ku dixwestin ku rêveberî heya demeke din di destê Esadî de be lê belê şerê rûdayî nîşan dide ku ev plan guheriye û rêveberiya Esad ev yek qebû nekiriye. Wisa dixuye ku êdî ihtîmala rola Esad kêm bûye.

Tiştên ku heya vir hatine gotin zelal in û tên fêmkirin. Tê dîtin ku piştî Lubnanê wê hebûna Îranê ya li Sûriyeyê jî were bidawîkirin. Îhtîmal e ku wê li gel Rûsyayê jî li ser Ûkraynayê yan jî li ser hin tiştên din lihevkirinek pêk were û derfetên vê yekê hene. Lê belê mijara hebûna Kurdan a li Sûriyeyê yanî Rêbeberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku hê çareseriyek nehatiye bidestxistin û diyar e ku wê ji niha şûnde jî weke pisgirêkeke sereke xwe nîşan bide. Bi taybetî jî êrîşa heyî ji aliyê şaxê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ve mijara sereke ye û diyar e ku ji bo vê yekê tevlî êrîşê bûye. Diyar e ku HTŞ û hêzên li pişt di destpêkê de pêdivî bi vê yekê dîtine û ji bo bihêztir bibin êrîşa li gel Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê hewce dîtine. Jixwe ji ber vê yekê ev qasî kartêker bûn. Lê belê ji niha û şûnde û li gel zêdebûna serweriya wan a li ser Sûriyeyê wê rewş ber bi kîjan aliyî ve biçe, nayê zanîn. Çimkî armancên sereke ji hev cuda ne û heya demekê wê ev cudahî xwe nîşan bidin û belkî rê li ber dijayetiyekê veke.

Armanca Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku li pişt wê  ew e ku dixwaze li Sûriyeyê pêşiya bandor û statûya Kurdan bigire. Berovajî HTŞ’ê êrîşên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ji destpêkê ve hedef kiribû ku hebûn û bandora Kurdan a li Şehba, Minbîc, Tebqa û Reqayê bişkîne. Êrîşên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  ya ku gihîştin Halebê li gorî vê hatibû plankirin û hêzên xwe li gorî vê bingehê sewq kiribûn. Ji 29’ê Mijdarê vir ve di navberê hêzên QSD’ê û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  de car caran pêvçûnên pir dijwar derdikevin. Hêzên QSD’ê bi qasî Kurdan, Ereb, Ermenî, Sûryanî, Çerkes û Tirkmenên ku pê re jiyan dike jî diparêzin.

Wê ev şer pêşeroja Sûriyeyê  diyar bike. Diyar e ji bo Sûriyê hêza herî xeter rejîma AKP-MHP’ê û polîtîkayên wê yên dijî Kurdan e. Nîqaşên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girêdayî vê tên pêşxistin. Pêvajoya ku dibêjin însiyatîfa Dewlet Bahçelî ye, bi temamî şerê li Sûriyeyê ve girêdayî ye û vegeriyayê dijminahiya Kurdan.

Di esasê xwe de li Sûriyeyê pêkhateyekê civakî ya pir nasnameyî heye. Dema pergala Sûriyê hatibû avakirin, ev rewş li ber çavan hatibû girtin û li gorî wê pêkhateyeke 5 herêmî hatibû avakirin. Niha jî yê ku yekitiya Sûriyeyê pêk bîne û reveberiyekê demokratîk a xwe dispêre jiyana azad, Konfederasyona Sûriyeyê Demokratîk a ku hemû nasnameyên etnîkî dikarin xwe bi awayek azad birêxistin bikin e. Bi xetereyan re ji bo gelên li Sûriyeyê jiyan dikin pêşiya derfetekê bi vî rengî vebûye. Di serî de Kurd pêwîst e hemû gelên herêmê xetereyên heyî baş bibînin, bi çekên xwe parastina xwe pêş bixin û çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo nîşan dide, pêş bixin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka