Şerê Ûkraynayê: Konseya Ewlekariyê pêşnûme biryara DYE'yê qebûl kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûme biryareke DYE'yê bi piştgiriya Rûsyayê qebûl kir ku li Ûkraynayê ji bo aştiyeke bi lez bangê dike, lê qala yekparebûna xaka vî welatî nake.

Pêşnûme biryara ku dibêje, "Ji bo şer di dema herî nêz de bê bidawîkirin û aştiyeke mayinde pêk were, bang dike" Rûsya jî di nav de bi 10 dengên alîgir hate pejirandin.

Çar welatên Yekîtiya Ewropayê (Fransa, Slovenya, Yewnanistan û Danîmarka) û Qraliyeta Yekbûyî bê alî man.

Di demekê de ku şerê Ûkraynayê ketiye sala çaremîn, qebûlkirina pêşnûmeyê weke rewşeke dîrokî tê dîtin. Di dengdanê de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsyayê tifaq kirin.

Têkildarî Moskowayê ti şermezarkirin nehate bilêvkirin, her wiha bêyî ku diyar bike ku Ûkrayna divê sînorên xwe biparêze, fikrê aştiyeke bi lez hate destnîşankirin.

Helwesta DYE'yê ya li Konseya Ewlekariyê guhertina radîkal a polîtîkaya Emerîkayê ya bi Donald Trump re nîşan dide. Washingtonê bi rêya Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo biryarê got, "Lihevkirineke dîrokî" ye û silav kir.

Cîgira Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê DYE'yê Dorothy Shea li konseyê daxuyanî da û diyar kir ku vê biryarê ew xistiye ser rêya aştiyê.

Dorothy Shean got, "Ev yek gava destpêkê ye, lê belê gaveke gelekî girîng e ku divê em hemû pê serbilind bin."

Di metna kurt de hate gotin, ji ber windahiyên "şerê Rûsya-Ûkraynayê" ew xemgîn in, hate dubarekirin ku armanca Neteweyên Yekbûyî parastina aştiya navneteweyî û çareserkirina nakokiyan bi rêyên aştiyane ye û ji bo şer tavilê bi dawî bibe û aştiyeke mayinde pêk were bang hate kirin.

Donald Trump ku di 20'ê Çileyê de li Qesra Spî vegeriya, soz dabû ku wê şer bi lez bi dawî bike, Ûkrayna û Ewropiyên bi fikar li aliyekî hişt û yekser bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinan kir.