Şefê polîsan ê Katalan hate berdan

Dadgeriya Spanyayê biryara berdana midûrê emniyetê yê katalan da ku têkildarî referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê bi 'serhildanê' dihate sûcdarkirin.

Sala 2017'an di referandûma rêveberiya herêma xweser a Katalonyayê de piraniya gelê Katalan dengê xwe ji bo cihêbûna ji Spanyayê dabû. Lê belê rêveberî û dadgeriya Spanyayê îradeya gel nas nekiribû û Parlamenta Katalan betal kiribû.

Rêveberiya Spanyayê ku darbe li îradeya gel kir, Midûrê Emniyeta Katalonyayê yê wê demê Josep Llûîs Trapero bi 'serhildanê' sûcdar kiribû û girtibû.

Di dozê de Trapero dihate sûcdarkirin ku berî û piştî referandûma 1'ê Cotmeha 2017'an talîmatên hatin dayin bi cih neaniye. Dozgeriyê îdîa dikir ku polîsên herêma Katalonyayê ya di bin fermana Trapero de, di dema referandûma serxwebûnê de bi rengekî 'lawaz' tevgeriyan û sûcê 'serhildanê' kirin.

Di dozê de ku li Madrîdê pêk hat, dadgeran hikum dan ku nehatiye ispat kirin ku Trapero yekser tevlî pêkanîna referandûmê bûye û di vê çarçoveyê de wezîfeya xwe bi cih neaniye.

Spanyayê, piştî darbeya sala 2017'an a li dijî referandûma Katalonyayê, gelek rêveberên Katalan girtibû.