Şefê Înterpolê li Çînê tê lêpirsîn
Serokê Înterpolê Meng Hongweî yê dihate zanîn ku winda bûye li Çînê bûye mijara lêpirsînê û tê lêpirsînkirin.
Serokê Înterpolê Meng Hongweî yê dihate zanîn ku winda bûye li Çînê bûye mijara lêpirsînê û tê lêpirsînkirin.
Li ser windabûna Serokê Înterpolê li Farnasayê lêpirsîn hate destpêkirin, li gorî rojnameya Soûth Chîna Mornîng Postê şefê welatiyê Çînê yê Înterpolê di lêpirsînê de ye.
Li gorî nûçeya ku agahiyan dispêre kesekî ku navê wî nehate eşkerekirin, Hongweî yê 64 salî, dema hefteya borî derbasî Çînê bû hema bi peyabûnê re hatiye lêpirsîn. Têkildarî bê ka ji ber çi Hongweî tê lêpirsîn û ji ber çi hincetan tê lêpirsîn ti daxuyanî nehate parvekirin.
Malbata Serokê Înterpolê Hongweî ya li Lyonê dema ji serdana wî ya dawiya meha Îlonê ku çûbû Çînê û vir ve agahî jê negirtibû, li ser vê li Edaleta Fransa lêpirsîn dabû destpêkirin.
Navenda Înterpolê ya Teşkîlata Polîsan a Krîmînal a Navneteweyî li bajarê Lyonê ye. Lêpirsîn jî li Lyonê destpê kiriye.
Hongweî dawiya sala 2016’an li şûna Mîreîlle Ballestrazzî ê Fransî ji bo serokê Înterpolê hatibû hilbijartin. Hongweî beriya wê li Çînê alîkariya Serokê Ewlekariya Civakî kiribû, yek jî kesên girîng ê Partiya Komunîstê bû.
Gelek rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna xwe diyarkirinbû ku Hongweî yê Çînî bûye Serokê Înterpolê.