Îtalya û Elmanya li ser penaberan li hev dikin

Hikumeta Îtalyayê ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî penaberan nav daye, ragihand ku kêm maye ew bi Elmanyayê re li ser peymaneke penaberan li hev bikin.

Lîderê Lîga Bakur a rastgiriya tund û Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta koalîsyonê Matteo Salvînî diyar kir ku kêm maye ew li ser mijara penaberan bi Elmanyayê re li hev bikin. Salvînî got, tevî peymana vegerandina penaberan li ser sînor, peymaneke nû tê amadekirin.

Salvînî piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Macarîstanê yê dijberê penaberan Vîktor Orban li Mîlanoyê axivî û got, ji bilî yên li welatê wan, em dixwazin penaberên din wernegirin.

Daxuyaniyeke din a li ser peymana ku Salvînî bal kişand ser wê, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofr ve roja Şemiyê hatibû dayin. Seehofer gotibû, Îtalya di berdêla her penaberekî di sînorê Elmanya-Awûstûryayê derbas bûye û hatiye vegerandin, dixwaze penaberekî bişîne Elmanyayê.

Hikumeta Îtalyayê dixwaze, di berdêla vegerandina penaberên welat terikandine, penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin li Elmanyayê werin vehewandin.