Îtalya dersînorkirinê zêde dike

Li Îtalyayê, ku di 4 mehên destpêkê yên îsal de hejmara penaberan li gorî sala 2015'an bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû, hikumet dixwaze paralelî hatina penaberan di demsala havînê de, dersînorkirinê zêde bike.

Piraniya wan di ser Lîbyayê re bi giştî 181 hezar penaber sala 2016'an hatibûn Îtalyayê. Ev hejmar di 4 mehên destpêkê yên îsal de gihîşt 45 hezarî. Li gorî heman mehên sala 2015'an bi rêjeya ji sedî 40'î zêde bû.

Hê jî li kampên penaberan û navendên pêşwazîkirinê yên li Îtalyayê, zêdeyî 176 hezar penaber hene. Lê belê hikumet li ser wê disekine, ku tevî zêdebûna serlêdanan, dersînorkirinê jî zêde bike.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, ji 1'ê Çileyê û vir ve, 6 hezar 240 koçberên daxwaza wan a penaberiyê li Îtalyayê hatin redkirin, hatin dersînorkirin. Ev hejmar li gorî par ji sedî 24 zêde bû. Di nava kesên hatine dersînorkirin de bi giranî welatiyên ji Tûnis, Cezayîr û Fasê hene, ku bi Îtalyayê re peyman mohr kirine. Her wiha welatiyên ku dema wan a vîzeyê qediya bûn û venedigeriyan, hatine dersînorkirin.

Wezîrê Karên Hundir Marco Mînnîtî di meha Nîsanê de pêşnûmeyek pêşkêşî parlamentê kir û bi vê pêşnûmeya hate qebûlkirin re tê xwestin, rêjeya îtiraza li dozên penaberiyê bê kêmkirin. Li gorî plana pêşnûmeyê, wê ji bo penaberan hê bêhtir kamp û navendên pêşwazîkirinê werin amadekirin. ji bo koçberên ku ji ber sedemên aboriyê welatê xwe terikandine, wê navendên dersînorkirinê werin zêdekirin.