Îtalya daxwaz kir ku di asta YE’yê de firotina çekan bê rawestand

Serokwezîrê Îtalya Gîûseppe Conte daxwaz kir ku divê firotina çekan a di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê de bi awayê herî lez bê sekinadin.

Serokwezîrê Îtalya bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Hikûmeta Îtalyayê ji duh ve di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de ji bo di asta herî lez de firotina çekan a ji bo Tirkiye bide sekinadin kar dike.”

Conte diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê bixin rojeva civîna Wezîrên Karê Derve yên YE’yê ya ku wê roja Pênçşem û Înê bê lidarxistin û got: “Îtalya wê bi saziyan hemûyan re ji bo teşfîkkirina vê mijarê kar bike û wê bi hemû rê û rêbazên hiqûqa navneteweyî wê li dijî çalakiyên leşkerên Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, bikeve nava hewldanan.”

Conte got: “Hikûmeta Îtalya di serî de ji bo gelê Kurd û gelên Sûriyeyê êşan nekişîne û li dijî çalakiyên ku nearamiyê li herêmê derxine têkoşînê bike û gihiştiye wê qenetê ku bikevin nava liv û tevgerê.”

Fransa di nava welatên ku çek dida Tirkiyeyê de bû. Fransa, Elmanya, Norweç, Fînlandiya û Hollanda firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê da sekinadin.