Îtalya, Çîn derbas kir: 3 hezar 405 kes mirin

Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber şewba koronavîrûsê mirîn ji 3 hezar û 400’an derbas kir. Li DYE’yê jî gehişte 150 kesan.

Li Îtalyayê li gorî hejmara fermî, îro di seatên şevê de hejmara miriyan ji ya Çînê derbas kir.

Di nava 24 seatên dawî de 427 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Îtalyayê hejmara miriyan gehişte 3 hezar û 405 kesan.

Îtalya bi vî şêweyî ji ber koronavîrûsê bû welatê herî zêde mirî lê çêbûyîn. Li Çina ku di meha Kanunê de şewb lê derketî hejmara miriyan 3 hezar û 245 kesan, li Îranê jî li gorî rêjeya fermî hejmara miriyan 1.204 kes, li Spanyayê jî 767 kes bûn qûrbaniyê şewbê.

Li DYE’yê hejmara kesên ku bi koronavîrûsê ketine bû 10 hezar û 491. Ji vana 150 kes mirin. Li gorî bilançoya berê niha hejmara kesên bi vîrûsê ketine 3 hezar û 404 û ya miriyan jî 53 kes zêde bûne.