Îsraîlê li Derayê êrîşên hewayî pêk anîn

Artêşa Îsraîlê şeva Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku di tevahiya şevê de êrîşên hewayî li başûrê Sûriyeyê pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û got, “Balafirên şer ên hêzên hewayî yên Îsraîlê di tevahiya şevê de li radar û cîhazên tespîtê yên li başûrê Sûriyeyê xist.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Li başûrê Sûriyeyê çek û teçhîzata leşkerî ya rejîma Sûriyeyê û qadên wê yên fermandarî û leşkeriyê jî hatin hedefgirtin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku “ev der ji bo di pêşerojê de nebin gef hatin hedefgirtin”.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku platformên çavdêriyê û tank jî di nav de, li dijî çeperên leşkerî yên ayîdê artêşa berê ya Beşar Esad 17 êrîş hatine kirin.

Dema ku 8’ê Kanûnê Beşar Esad ji desthilatdariyê ket, Îsraîlê leşker şandin herêma tampon a bêleşker û li rexa platonê. Platon li rojavayêbaşûrê Sûriyeyê ye, ji dema şerê 1967’an ve hatiye dagirkirin û di sala 1981’an de jî hate îlhaqkirin.

Ji wê demê ve Îsraîlê bi îdîaya ‘ji bo nehêle cepxaneya Esad bikeve destê rayedarên nû’, bi sedan êrîş li ser qadên leşkerî yên ayîdê hikûmeta Sûriyeyê ya berê pêk anîn.