Di êrîşa Îsraîl a li Sûriyeyê de 3 milîsên Îranê hatin kuştin

Di êrîşa hewayî ya ji aliyê Îsraîlê ve ya li herêma Kûneytra ya Sûriyeyê de 3 endamên koma Hîzbûllah a Îran wê destek dike, hatin kuştin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, 3 kesên hatine kuştin endamên koma ‘Berxwedana Azadiyê ya Golan’in a nêzî Hîzbûllaha Lubnanê ne.

Ev kom berî niha bi 6 salan ji bo êrîşî beşê Golan a dikeve başûrê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye pêk bînin hatiye avakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sanayê, berî nîva şeva Sêşemê fuzeke li dibistana guneke ya Kuneytrayê ketiye. Lê Mala Çavdêriyê diyar kir ku di nava avahiyê de milîsên alîgirên Îranê hebûn.

Dewleta Îsraîlê ji sala 2011’an û vir ve ku li Sûriyeyê şerê navxweyî destpê kir û vir ve li dijî Hîzbûllah û Îranê ku li gel rejîmê di nava tifaqê de ye bi sedan êrîş kirine.