Îsraîlê gefa 'tinekirinê' li Îranê xwar

Îsraîlê îdîa kir ku Îran hê bêhtir dest li Sûriyeyê werdide û hişyarî da ku wê 'hemû qadên leşkerî' yên li vî welatî yên gefê li wan dixwin tine bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Avigdor Liberman ji rojnameya Îlafê re axivî ku ji Londonê tê weşandin û diyar kir ku wê destûrê nedin qadên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê. Liberman destnîşan ikr ku hêzên Îranê yên li Sûriyeyê gefê li Îsraîlê dixwin û hişyarî da ku eger êrîşeke gengaz li dijî Tel Avîvê were kirin ew ê li Tehranê bidin.

Liberman got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê hemû qadên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyeyê ku gefê li Îsraîlê dixwin tine bikin."

HER SAL BI MILYARAN DOLAR TÊNE XERCKIRIN

Liberman îdîa kir ku rêveberiya Tehranê bi milyaran dolarî alîkariyê dide rêxistinên li Sûriye, Fîlîstîn û Lubnanê û got, heta niha li Sûriyeyê 13 milyar dolar xerc kiriye. Liberman diyar kir ku Îran her sal 2 milyar dolarî dide rêxistinên mîna Hamas, Hîzbûllah û Tevgera Cîhadê ya Îslamî.

EGER DYA XWE JI PEYMANA NUKLEERÊ VEKIŞÎNE WÊ ABORIYA ÎRANÊ TÊK BIÇE

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Avigdor Liberman da xuyakirin ku Îran di pêvajoyeke zehmet de ye û işaret bi ihtimala vekişîna Serokê DYA Donald Trump a ji Peymana Nukleerê ya sala 2015'an kir. Liberman got, eger Trump biryara vekişîna ji peymanê bide aboriya Îranê wê têk biçe.

PÊWÎSTÎ BI AŞTIYA NAVBERA ÎSRAÎL Û EREBAN HEYE

Liberman destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê tenê bi Îsraîlê nabe û got, aştiyeke herêmî ya navbera Îsraîl û Ereban şert e. Liberman diyar kir ku çareseriya bi rêbaza du dewletan bi vê yekê dibe û got, diyaloga hin welatên Ereban di vî warî de serketî ye.