Îsraîlê fermandarê Îslamî Cîhad ê Filistînî kuşt

Artêşa Îsraîlê bi hinceta êrişa bi roketan êriş kir û fermandarekî payebilind ê Îslamî Cîhad a Filistinî kuşt.

Rêxistina Îslamî Cîhad ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li avahiyeke li Şerîda Gazzeyê xistine û piştrast kir, ku di encamê de fermandarê leşkerî Baha Ebû El Ata yê 42 salî û hevsera wî hatine kuştin.

Hate ragihandin ku êriş li bajarokê Şecaiye yê li rojhilatê bajarê Gazzeyê hate kirin.

Rêxistina Îslamî Cîhad diyar kir ku piştî vê êrişê ew di asta herî bilind de ketine nava alarmê û wê bi roketan li bajarên Îsraîlê yên li derdora Gazzeyê bixin.

ÎSRAÎL XWE JI BO ŞEREKÎ ÇEND ROJAN AMADE DIKE

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Concrîcûs diyar kir ku li dijî Îsraîlê gelek êrişên bi roketan hatiye kirin.

Li bajarên Îsraîlê yên li derdora Gazzeyê timî dengê sîrenê tê bihîstin û dibistan hatin girtin.

Berdevk got, "Peyama me ji bo Hamas û Îslamî Cîhadê wiha ye; em naxwazin alozî mezin bibe (...) lê belê em ji parastinê û senaryoyên êrişê re amade ne." Berdevk anî ziman ku ew ji şerekî ji çend rojan re amade ne.