Îsraîl wê li pêşiya endametiya Fîlîstînê bibe asteng!

Îsraîlê ragihand, ji bo pêşî li endametiya tam a Fîlîstînê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) bigire, bi 'hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)' dest bi hewldanan kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê Riyad El Malîkî ragihandibû ku ji bo bibin endamê tam ê Neteweyên Yekbûyî, wê serî li Konseya Ewlekariyê bidin.

Ev hewldan wê were wateya naskirina Fîlîstînê li qada navneteweyî weke dewletekê. Hate ragihandin ku Îsraîl wê pêşî li vê bigire. Nûnerê Îsraîlê yê li nava Neteweyên Yekbûyî Danny Danon got, "Em amadekariyan dikin ku vê însiyatîfa Fîlîstînê bloke bikin."

WÊ BI HEVKARIYA DYE'YÊ BLOKE BIKE

Danon îdîa kir ku Fîlîstînî "terorîstan fînanse dikin" û "rê li ber şîdetê vedikin" û got, "Tevî vê yekê jî hewl dide bibe dewleteke endamê Neteweyên Yekbûyî. Îsraîl jî wê bi delegasyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re hevkariyê bike û vê însiyatîfê bloke bike."

Li gorî dîplomatên welatên endamê NY'ê, daxwaza Fîlîstînê ya ji bo endametiyê wê ji aliyê DYE'yê ve bê blokekirin ku yek ji 5 endamên daîmî yê Konseya Ewlekariyê ye û xwedî erka vetoyê ye.

Tê payin, bi navê Fîlîstînê wê Wezîrê Karên Derve Riyad El Malîkî di nava meha Çileyê de ji bo endametiya tam a li nava Neteweyên Yekbûyî, serlêdanê bike. Lê belê ji bo serlêdan li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî dengdanê bê kirin, divê destpêkê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve bê qebûlkirin.