Îsraîl ji bo dirêjkirina agirbestê ‘vebijêrkek’ pêşkêşî Hamasê kir

Berdevkê hikûmeta Îsraîlê Eylon Levy ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ku wê sibeha Sêşemê biqede, "vebijêrkek” pêşkêşî Hamasê kirine.

Divê agirbesta di navbera aliyan de roja 28’ê Mijdarê saet di 07:00 de bi dawî bibe.

Lê belê berdevkê hikûmeta Îsraîlê Eylon Levy diyar kir ku wan ji bo dirêjkirina agirbestê "vebijarkek" pêşkêşî Hamasê kiriye.

Levy got, "Em dixwazin piştî îşev 50 dîlên din jî bigirin."

Li gorî çavkaniyeke ewlekarî ya Misirê, her du alî li ser hûrgiliyên derbarê dirêjkirina agirbestê de dixebitin.

Çavkaniyek ji AFP'ê re axivî û got, "Tevî ku Îsraîl her roj li ser nûkirina agirbestê israr dike, navbeynkarên biyanî - Qeter, DYE û Misir - pêşniyar dikin ku şer ji bo 'çend rojan' were sekinandin."

Her du alî jî difikirin ku ew dûrî bidawîkirina pevçûnan e. Eylon Levy got, “Têkbirina Hamasê û kampanyaya anîna hemû rehîneyan dema ku agirbest bi dawî bibe dê jinûve destpê bike.”

Berdevk ev tişt anî ziman: “Bidawîbûna çarçoveya (peymanê) wê Îsraîl bi temamî bigihêje sê armancên xwe: tunekirina Hemasê, Xeze tu carî ji bo ewlehiya Îsraîlê nebe gefek û hemû dîl bên berdan."

Baskê çekdar ê Hamasê dubare kir ku şervanên wan ji pevçûnên nû re "amade” ne.

40 ISRAÎLÎ NE DI DESTÊ HAMASÊ DE NE

Li gel daxuyaniyên li ser dirêjkirina agirbesta li Xezeyê di berdêla berdana rehîneyan de zêde bûn, Hamasê di nava 4 rojan de 50 Îsraîlî û Îsraîlê jî 150 girtiyên Filistînî serbest berdan.

Li gorî Financial Timesê, Hamas ji bo dirêjkirina agirbestê razî bûye ku kesên mêr û extiyar berde, lê berdana ciwanên dikarin şer bikin, red dike.

Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdulrahman el Tanî diyar kir ku li Xezeyê tenê Hamas nîne û ji 240 rehîneyan 40 jê di destê komên din de ne.