Îro roja dawî ya hilbijartinên li Misrê ye
Li Misrê dengdana ji bo hilbijartina Serokkomarê nû dewam dike. Encama hilbijartinê ji niha ve tê texmînkirin.
Li Misrê dengdana ji bo hilbijartina Serokkomarê nû dewam dike. Encama hilbijartinê ji niha ve tê texmînkirin.
Serokkomarê niha Abdul Fettah El Sîsî fevoriyê herî mezin ê vê hilbijartinê ye. Tê payin ku bi ser bikeve. Hevrikê wî yê tekane Mûsa Mûstafa Mûsa ye. Wî jî got, ji bo Sîsî nebe namzetê tekane ew tevlî hilbijartinê bûye. Tê zanîn ku Mûsa piştgiriyê dide Sîsî.
Lewma serketina Sîsî misoger e. Rêjeya tevlîbûna li dengdanê girîng e. Beriya niha bi çar salan rêjeya tevlîbûnê 50 ji sedî derbas nekiribû.
Li Misrê ku welatê herî qelebalix ê Ereban e, dengdêr ji roja Duşemê ve deng didin. Li vî welatê ku nifûsa xwe 100 milyon e, bang li 60 milyon hilbijêrî hatibû kirin ku dengê xwe bidin.
Dengdan bi tedbîrên tund ên ewlekariyê tê kirin. Ji ber gefa êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê li Qahîreyê leşker wezîfedar in. Dedektorên metal li buroyên dengdanê hatin bicihkirin. Encama dawî ya hilbijartinê wê roja Duşemê eşkere bibe.