Îranê û DYE'yê girtî bi hev guhertin

Di encama peymaneke navbera DYE û Îranê de girtî bi hev hatin guhertin. Serokê DYE'yê Donald Trûmp spasiya Îranê kir.

Mesûd Suleymanî yê li DYE'yê girtî û Xiyûe Wang ê Emerîkî yê li Îranê girtî Şemiyê hatin berdan.

Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hate ragihandin.

Guhertina girtiyan a di navbera her du welatên dijmin de bû sedem ku pirsa 'Gelo têkiliyên navbera wan her du welatan baş dibe yan na' bê kirin.

Di navbera Tehran û Washîngtonê de nêzî 40 sal in têkiliyên dîplomatîk nînin. Piştî ku DYE'yê di sala 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand û li pêkanînan vegeriya aloziya navbera her du welatan mezintir bû.

Serokê DYE'yê Trûmp di mijara guhertina girtiyan de spasiya Îranê kir û got, "danûstandineke wekhev bû."

Trûmp di Twîtterê de wiha nivîsî, "Hûn jî dibînin em dikarin bi hev re li hev bikin."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf jî got,''Em kêfxweş in ku Profesor Mesûd Silêmanî û malbatên Xiyue Wang li hev rûniştin'' û domand, ''Xiyue Wan piştî ku zêdetirî 3 salan li Îranê girtî ma çû DYE'yê.''