Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Îranê sîstema xwe ya nû ya fuzeyan da nasandin

Rejîma Îranê sîstema xwe ya nû ya fuzeyan a ji bejahî ber bi hewayî ve da nasandin.

Li gorî medya Îranê, Serokkomar Hasan Rûhanî tevlî merasîma danasîna sîstema nû ya fuzeyê Bavar-373 bû.

Medya Îranê ragihand ku sîstema fuzeyê ji aliyê Îranê ve hatiye afirandin û hilberandin û hevrikê sîstema parastina hewayî ya Rûs S-300'î ye.

Danasîna fuzeyê di demekê de welê hate kirin ku aloziya navbera Îranê û DYE'yê ya li Kendavê zêde bûye.

Rêveberiya DYE'yê Sêşemê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû ku dema ambargoya çekan a li dijî Îranê dirêj bike.