Îranê piştî êrîşê deriyên sînor girt

Piştî êrîşa li merasîma leşkerî ya li Ahvazê, Îranê du deriyên sînor ên li başûrê Iraqê girt.

Li gorî nûçeyên medya Iraqê, piştî êrîşa li merasîma leşkerî ya li bajarê Ahvazê, Îranê bi hinceta ewlekariyê deriyê sînor ê Şelamçe yê Basrayê û deriyê sînor ê Eş-Şibê yê li Meysanê girt.

Di nûçeyê de hate ragihandin, rayedarên Îranê li dijî êrîşeke gengaz tedbîrên ewlekariyê yên li herêma sînor zêde kirine û deriyên sînor bi rengekî 'demkî' li mirovan û bazirganiyê girtine.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê ÎRNA, li Ahvazê di êrîşê de herî kêm 24 kes mirin, 53 kes jî birîndar bûn.