Îranê nerazîbûn nîşanî nameya Ewropayê da

Wezareta Karên Derve ya Îranê nerazîbûn nîşanî nameya Îngilistan, Fransa û Elmanyayê ya der barê çeka nukleerî ya Îranê da ku ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin.

Nûnerên Elmanya, Fransa û Îngilistanê Çarşemê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re nameyek nivîsandin û ragihandin ku Îran xwedû fuzeyên balîstîk in ku dikare hêza nukleerî lê bên bicihkirin. Nûnerên her sê welatan ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestin ku di rapora xwe ya der barê peymana nukleerî de destnîşan bike ku ev yek li dijî daxwazên ji Îranê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf di ser Twîtterê re nerazîbûn nîşanî nameya Îngilistan, Elmanya û Fransayê da.

Zarîf destnîşan kir ku name pûçe û eger Ewropa li pey îtîbarê ye dikare bi rabûna li ber zordariya Emerîkayê mafê xwe yê serdestiyê bi kar bînin.