Îranê di tetbîqata leşkerî de keştiya xwe ya sîxur ‘Zagros’ da nasîn

Îran, di nav çarçoveya tetbîqatên parastina tesîsên xwe yên nukleerî de, keştiya xwe ya modern a keşfê da nasîn.

Li gor dazanîna çapemeniya fermî, ev keştiya bi navê “Zagros”, wek yekem keştiya îstîxbaratê balê dikişîne ku entegreyî operasyonên şerî yên artêşa avî ya Îranê hatiye kirin. 

Tê îdîakirin ku Zagron bi temamî encama hilberîneke xwecihî ye û bi teknolojiya modernd hatiye çêkirin. Li gor nûçeyên li ser televîzyonê di keştiyê de sensorên elektronîk, dîreka entegre ya ku dikare bandorên pêlên elektromanyetîk bi hesasî hesab bike, pergalên rêgir ên hêmanên çalak û neçalak, şiyanên operasyonên sîber û pergalên biaqil ên raçavkirinê cih digirin. 

Fermandarê Artêşa Avî Amîral Şehram Îranî di danasîna keştiyê de axivî û got “Zagros dê li kûrahiya behr û okyanûsan bibe çavdêrê artêşa avî ya Îranê.”

Îran ji hefteya borî ve terbîqatên bi navê “Îktîdar” ku bi farisî tê wateya hêzê li dar dixe. Ji xeynî artêşa Îranê, Muhafizên Şoreşa Îslamê jî beşdarî van tetbîqatan dibin ku tê plankirin ku heta meha Adaerê bidomin. Xala hevpar a tetbîqatan jî wek tesîsên nukleerî yên stratejîk derdikeve pêş. Bi taybet tesîsên Natanz û Fordo yên ku li navenda bajarî cih digirin û tesîsa Hondabê ya ku li rojavayê Îranê dimîne, di nav tesîsên krîtîk de cih digirin ku senaryoyên parastinê lê tên kirin.

Rageşiya navneteweyî ya di mijara bernameya nukleerî ya Îranê de, dema ku Serokê Berê yê DYE’yê Donald Trump di sala 2018’an de bi awayekî yekalî xwe ji peymana nukleerî ya di 2015’an de kişand dijwarti bibû. Armanca vê peymanê ew bû ku heger Îran çalakiyên xwe yên nukleerî kêm bike dê cezadarkirinên navneteweyî yên li dijî Îranê bên rakirin.

Piştî ku DYE jê vekişiya, Îranê jî gav bi gav dev ji bicihneanîna xalên peymanê kir. Herî dawî îdîaya ku digot Şêwirmendê Ewlehiya Navneteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan berî niha bi demeke kurt Serok Joe Biden dîtiye û di îhtîmala çalakiyên pêşxistina çekên nukleerî ya Îranê de çend pêşniyar li ser mudaxeyên leşkerî li Biden kirine. Vê îdîayê rageşiya di navbera Washington û Tehranê de dîsa dijwartir kir.