Îranê bi fuzeyên balîstîk li Sûriye da

Muhafizên Şoreşa Îranê, weke bersiva Ahvazê ragihand ku bi fuzeyên balîstîk li Sûriyeyê li ‘baregeheke ya terorîstan’ dane.

Muhafizên Şoreşê yên artêşa îdolojîk a Komara Îranê ne, got: “Li gorî agahiyên destpêkê, gelek terorîst û şefên ji berpirsên êrîşa terorîstên li Ahvazê hatine kuştin an birîndar bûne.”

Muhafizên Şoreşê têkildarî bê ka fuze ji kû hatine avêtin, agahî parve nekirin. Li gorî nûçeya Farsê, herêma Bûkemel a dikeve rojhilatê Sûriyeyê bûne hedefa fûzeyan.

Di êrîşa 22’yê Îlonê ya dema merasîma leşkerî ya li Ahvazê de ku ji aliyê pêç kesan ve pêk hat herî kêm 25 kes miribûn. Ji vana 12 Muhafizên Şoreşê bûn. Ev êrîş DAÎŞ’ê li xwe girtibûn.