Îran sîstema parastina hewayî ya 'xwecihî' diceribîne

Piştî ku rejîma Îranê ragihand ku ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bûye, Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo sîstema parastina hewayî ya 'xwecihî' biceribîne, dest bi tetbîqatên leşkerî kirin.

Li gorî nûçeyeke malpera înternetê ya televîzyona dewletê Îrîbnewsê, Îran tetbîqatên xwe yên bi navê 'Parêzvanên Ezmanan' li 'qadeke ji nîvê welêt' dimeşîne.

Malperê ragihand ku bi fuzeyên ji sîstemên xwecihî li hedefên 'navîn û bilind' hatiye xistin."

Di nûçeyê de hate gotin, "Ji baregeha hewayî ya Şahîd Babaî ya li Îsfahanê (li navenda welêt e' balafirên şer jî tevlî tetbîqatê bûne."

Fermandarê Tetbîqatê General Kadîr Rahîmzadeh ji televîzyona dewletê re axivî û got, "Hêzên me gihîştin hemû hedefên hatine diyarkirin."

Ambargoya ji bo qedexekirina firotina çekan û amûrên giran ên leşkerî, ku sala 2015'an li Viyanayê di çarçoveya peymana nukleerê de ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve li Îranê hatibû ferzkirin, diviyabû 18'ê Cotmehê biqediya.

Lê belê Washîngton gefê dixwe ku firotina çekan ji bo Tehranê wê bibe sedema ferzkirina pêkanînan.

Di Gulana 2018'an de Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişandibû û di çarçoveya polîtîkaya zexta asta herî bilind de li pêkanînan vegeriya bû.

Rayedarên Îranî piştî ku ragihandin ambargo hatiye rakirin, îdîa kirin ku Komara Îslamî ji kirîna çekan bêhtir, plan dike ku çekan bifiroşe.

Wezîrê Karên Derve Mûhammed Cevad Zarîf roja Sêşemê bi daxuyaniyekê gotibû ku nêta wan nîne welatê wan tevlî 'pêşbirka biçekbûnê ya li herêmê' bibe.

Zarîf got, Îran li gel bidawîbûna astengiya Konseya Ewlekariyê jî wê nekeve nava dînîtiya kirîna çekan."