Îran: Pêkanîn zerarê dide têkoşîna li dijî sûcên rêxistinî

Îranê îdîa kir ku pêkanînên DYE'yê zerarê dide 'têkoşîna li dijî terorîzmê û sûcên krîmînal'.

Îranê pêkanînên DYE'yê yên li dijî Îranê xist rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî di nîqaşa der barê 'têkoşîna dijî terorîzmê û sûcên rêxistinî' de ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî û îdîa kir ku pêkanîn zerarê dide vê têkoşînê.

Sefîrê Bilind ê Îranê Takht Revanşî got, "Em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya li dijî terorîstan û qaçaxçitiyên narkotîkê bidomînin" û diyar kir, di vê mijarê de pêwîstiya Îranê bi alîkariya civaka navneteweyî heye.

Revanşî îdîa kir ku pêkanînên bi vî rengî hewldanên Îranê yên li dijî narkotîkê lawaz dike.

Der barê alîkarî û desteka Îranê ji bo Iraq û Sûriyeyê jî Sefîrê Îranî diyar kir, ku di çarçoveya têkoşîna 'li dijî komên terorîst ên herî metirsîdar', bi daxwaza rêveberiya wan welatan tê kirin.