Îran tevî çûyîna Bolton jî li dijî dîyaloga bi DYE'yê re ye!

Piştî ji peywirê standina Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî John Bolton jî Îran li dijî diyaloga bi DYE'yê re ye.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp Sêşemê  Şêwirmendê Ewlehiya Netewî John Bolton ji peywirê stand. Trûmp lihevkirina li ser mijarên Koreya Bakur, Îran, Efxanîstan û Rûsyayê kire sedem. Bolton li dijî Îran û Koreya Bakur weke şerxwazê dawî dihate şîrovekirin.

Sefîrê Îranê yê NY'yê Macid Teht Revançî got, ''Çûna John Dolton, wê nebe sedem ku Îran têkilî nîqaşên li ser DYE'yê helwesta xwe biguherîne.''

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî bang li DYE'yê kir ku li dijî Îranê dev ji polîtîkaya ''zexta zêde'' biqere. Rûhanî got ew ê rakirina divêtiyên li gorî peymana nukleerê ya sala 2015'an bidomînin.