Îran li dijî haziriyên dagirkeriya Tirk derket

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got ew ''li dijî çalakiyeke leşkerî'' ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Li gorî malpera fermî ya Wezareta Karê Derve ya Îranê Zarîf bi hevtayê xwe yê Tirk re bi telefonê axiviye û ''rewşa dawî ya Bakurê Sûriyê'' nirxandine.

Li gorî daxuyaniya di malpera wezaretê de Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu gotiye ew ê hurmetê bidin yekeretiya xaka Sûriyê û 'operasyon' wê ji bo demekê be.

Her wiha hate gotin Zarîf ''li dijî çalakiyeke leşkerî ye'' û bang li dewleta Tirk kiriye ku ''li bara yekerebûna xaka Sûriyê û serweriya wê hurmetdar bin.''

DESTNÎŞANKIRINA MITEBEQATA EDENEYÊ

Zarîf her wiha got, ''Ji bo Tirkiyê û Sûriyê rêbaza herî baş a ji bo bersivdayina fikaran mitebeqata Edene ye''.

Li gorî vê peymana ku 1998'an hatî îmzekirin Tirkiye dikare li ser xaka Sûriyê êrîşan bîne.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi daxuyaniya Yekşemê deriyê dagirkerinê li dewleta Tirk vekir, li ser vê hem qenadê Komarparêz û hem jî li qada navnetewî gelek bertek hatin nîşandan, li ser vê jî Duşemê zimanê xwe hinekî guherand.