Îran: Krîza Sûriye bi leşkerî çareser nabe

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, di civîna bi onlîn de ku li gel hevpîşeyê xwe yê Tirk û Rûsya bi mijara Sûriyeyê diyar kir ku ji bo krîza Sûriyeyê leşkerî çareseriyê nanîne.

Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hevpîşeyê xwe Rûhanî, di çarçoveya pêvajoya Astanayê de bi mijara Sûriyeyê civiyan. Civîn bi rêya vîdeokonferansê pêk hat.

Hasan Rûhanî got: “Komara Îsamî di mijara çareseriya krîza Sûriyeyê tekane rê çareserî siyasî ye, ne leşkerî ye.”

Serokkomarê Îranê bi domdarî got: “Her demê em piştevaniya diyaloga li gel Sûriyeyê ne, di têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ’ê, El Qaîde û komên din ên terorîzmê de jî biryardariya xwe nîşan dikin.”

Rûhanî yê axaftinên wî li Îranê di televîzyona fermî de hate parvekirin got: “Bi israr tînim ziman têkoşîna li dijî terorê heta ku li Sûriye û hemû herêmê bi temamî tine bibe wê bidome.”