Îran: Em piştgiriyê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Qendîlê

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê General Ebûlfazil Şîkarçî diyar kir ku îddîayên Tirkiyeyê yên ku dibêje Îran piştgiriyê dide êrîşên li Qendîlê ne rast in.

Ji ber îddîayên rayedarên hikumeta Tirkiyeyê yên ku digotin Îran piştgiriyê dide êrîşên li ser Qendîlê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê General Ebûlfazil Şîkarcî daxuyanî da.

General Şîkarcî diyar kir ku serweriya axa welatên cîran ji bo wan pîvanek e û got: “Li gorî me bi hinceta têkoşîna li dijî terorê, bêyî destûra welatê meşrû çalakiyên siyasî werin kirin, ev dibe tiştekî îllegal.”

Şîkarcî got ku; “Ew ê Îran piştgiriyê nede hewldana ku serweriya welatên cîran tê binpêkirin.”

Rayedarê leşkerî yê Îranê diyar kir ku îddîayên Tirkiyeyê ne rast in ew ê Îran piştgiriyê nede operasyoneke li dijî Qendîlê.