Îngîltere daxwaz ji YE’yê kir ku li ser protokola Îrlandayê ji nû ve muzakere bikin

Hema bêje salek li ser Brexîtê re derbas bû. Îngîltere ji YE’yê dixwaze ku ji nû ve li ser rewaş Bakurê Îrlandayê muzakere bikin. YE jî ne alîgirê muzakereyê ye.

Îngîltere ji Yekîtiya Ewropayê (YE) têkildarî Bakurê Îrlandayê piştî Brexîtê daxwaza ji nû ve muzakereyê kir. YE erênî nêzîkî vê daxwaza Îngîltereyê nabe.

Alîkarê Serokê Komîsyona YE’yê Maros Sefcovîc destnîşan kir ku protokol yekane rêbaza rêya çareseriyê ye. Sefcovîc got: “Protokol yekan e çareserî ye, eger neyê pêkanîn, wê pirsgirêkên heyî çareser nekin, tenê amûrên ji bo çareseriyê bikar tînin, ji destê me bigirin. Ji nû ve muzakereya protokolê kirin, wê pêşiya bê aramî, nediyarî û pirsgirêkan bigire.”

Protokol, sînorê di navbera Komara Îrlanda û Bakurê Îrlanda ji nû ve hatina wê asteng dike. Li gorî peymanê, Di nava sînorên Îngîltere de sînorên Bakurê Îrlanda heye, lê di navbera YE û girava Îngîltereyê de peymanên bazirganiyê pêk tîne.