Îlana peymana Yekîtiya Ewropa-Mercosûr ji sala 2018'an re ma

Hat ragihandin, danûstandinên li ser peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên endamê Mercosûr ên li Latîn Amerîkayê, sala 2018'an jî bidomin.

Mercosûr rêxistineke bazara hevpar a li Amerîka Başûr e ku Brezîlya, Arjantîn, Paragûay û Ûrûgûay endamê wê ne. Danûstandinên hevkariya aborî ya navbera Mercosûr û Yekîtiya Ewropayê dewam dikin. Tê gotin, nakokiyên navbera welatên her du parzemînan ên di danûstandinên peymana bazirganiya serbest de hê çareser nebûne.

Heyeta bi navê Yekîtiya Ewropayê tevlî danûstandinan bû, ji bo pêşniyarên tên kirin baştir bên nirxandin wext xwest. Tê payin ku li ser vê yekê danûstandin sala 2018'an jî bidome. Ev agahî ji aliyê endamên heyetên bi navê her du aliyan tevlî danûstandinan dibin hate erêkirin.

Di pêşniyarên her du heyetan de biryar hate dayin ku li benda 'başkirinê' bisekinin. Zelal bû ku îlana peymanê wê di nava vê salê de neyê kirin.

Derket holê ku heyeta Yekîtiya Ewropayê bi taybetî îtirazên li ser zêdebûna îxracata berhemên çandinî yên ji welatên Amerîka Başûr derxistine pêş ku bi taybetî Fransa û Îrlanda li ber vê radibin. Heyeta Yekîtiya Ewropayê dixwaze, kirîna goştê dewêr ji Amerîka Başûr bê bisînorkirin.

Welatên Mercosûrê, xwediyê çar ji pênc parên aboriya Amerîka Başûr e.